Hemasê bi hezaran mûşek avêtin Îsraîlê: Hişyariya şer hat ragihandin

Piştî ku Hamasê li Qudsê li dijî Îsraîlê dest bi êrişên mûşekî kir, artêşa Îsraîlê ragihand ku "hişrariya rewşa şer " hatiye îlankirin.

07.10.2023, Cts - 09:08

Hemasê bi hezaran mûşek avêtin Îsraîlê: Hişyariya şer hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Fermandarê baskê çekdarî yê Hemasê Lîwaya Îzzeddîn el-Qassam Mihemed Ed-Deyf ragihand ku wan di qonaxa yekem a “Tofana Eqsayê” de 5 hezar mûşek û hawan avêtine Îsraîlê.

Piştî êrişên ji Xezeyê yên li ser Îsraîlê artêşa Îsraîlê daxuyaniyek da û wiha got:

“Em rewşa şer a hişyariyê îlan dikin

Di saetên dawî de ji Gazzeyê ber bi Îsraîlê ve êrîşên bi roketan ên mezin dest pê kirin.

Terorîst ji çend xalên cuda derbasî nav axa Îsraîlê bûn.

Em telîmat didin gelê xwe yên li herêmên nêzî sînor ku nêzî herêmên parastinê bibin.”

Di daxuyaniyeke din a nivîskî ya berdevkê artêşa Îsraîlê de hat ragihandin ku Hamasê, mûşek avêtin û derbasî nav Îsraîlê bûyîn jî di nav de, dest bi operasyoneke berfireh kiriye ku tê de.

Artêşa Îsraîlê ji welatiyên xwe xwest ku li gorî talîmatan tevbigerin.

5 hezar mûşek û hawan hatin avêtin

Li aliyê din Fermandarê baskê çekdarî yê Hemasê Lîwaya Îzzeddîn el-Qassam Mihemed Ed-Deyf ragihand ku wan di qonaxa yekem a “Tofana Eqsayê” de 5 hezar mûşek û hawan avêtine Îsraîlê.

Deyf diyar kir ku gelê Filistînê dîsa şoreş kir û li projeya avakirina dewletekê vegeriyaye û wiha got:

“Me biryar da ku li dijî binpêkirinên Îsraîlê xetek bikişînin û me li dijî Îsraîlê operasyona Tofana Eqsayê da destpêkirin.”

Herwiha Deyf diyar kir ku kordînasyona ewlehiyê ya bi Îsraîlê ra qediyaye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 180 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:36:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x