Hemasê şertên xwe yên danîna çekan eşkere kirin

Berpirsê Hemasê Xelîl Heyiye diyar kir ku eger dewleta serbixwe ya Filistînê li gorî sînorên beriya sala 1967an were damezrandin ew dê çekên xwe deyînin.

26.04.2024, Cum - 09:05

Hemasê şertên xwe yên danîna çekan eşkere kirin
Nuçe Belav bike

Berpirsê Hemasê Xelîl Heyiye îro di hevpeyvîna xwe ya Associated Pressê de cara yekem behsa şert û mercên danîna çekan û bi dawîanîna êrişên li Îsraîlê kir.

Ji 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve li Xezeyê şerekî dijwar di navbera Îsraîl û Hemasê de heye.

Berpirsên Îsraîlê tekez dikin ku heta ew dawiyê li Hemasê neyînîn dê operasyonên wan ên li dijî Hemasê berdewam bin.

Xelîl Heyiye ku li Stenbolê dijî  da zanîn ku Hemas êdî dixwaze bi Fetihê re hikûmeteke yekgirtî ava bike û bi hev re Xeze û herêma rojavayê Filistînê bi rê ve bibe.

“Em dê bibin artêşa niştimanî”

Herwiha Xelîl Heyiye behsa danîna çekan jî kir û got:

“Eger dewleteke serbixwe ya Filistînê li Xezeyê û herêma rojava ya welêt were avakirin û koçberên Filistînê jî vegerin dê Hemas bi çareseriyeke navneteweyî razî bibe.

Eger ev çare werin bicihkirin em dê komên xwe hilweşînin.

Hemû miletên li hemberî dagirkeriyê şer kirine piştre serbixwe bûne û mafên xwe bi dest xistine.

Çi bi hêzên wan hatiye? Ew bûne partiyên siyasî û hêzên wan ên çekdar jî bûne artêşa niştimanî.”

Li gorî gotina Xelîl Heyiye şerê Xezeyê ti bandor li pêwendiyên berpirsên Xezeyê yên navxwe û derveyî Xezeyê nekiriye.

Xelîk Heyiye eşkere kir ku ew hemû biryarên xwe bi rêya şêwirê distînin.

Ji sala 2007an ve Xeze di bin kontrola Hemasê de ye. Herêma rojavayê Filistînê jî di bin kontrola rêxistina Fetih a Filistînê de ye.

Gelek berpirsên Hemasê li Qeterê ne û nêzîkî hefteyekê ye komeke berpirsên Hemasê çûne Tirkiyeyê.

Hatibû îdiakirin ku Qeter berpirsên Hemasê dersînor dike û ew dê careke din venegerin Qeterê û li Tirkiyeyê bimînin.

Xelîl Heyiye da zanîn ku ew îdia jî ne rast in.

Şerê Hemas û Îsraîlê

Baskê leşkerî yê Hemasê, Tûgayên Qesamê roja 7 Çiriya Pêşînê danê sibehê bi navê “Tofana Eqsayê” êrişeke berfireh li Îsraîlê dabû destpêkirin.

Di êrişa berfireh a Hemasê de herî kêm 1400 Îsraîlî hatin kuştin û 300 Îsraîlî jî hatin dîlgirtin.

Li hemberî êrişa Hemasê, Îsraîlê jî li Xezeyê dest bi operasyoneke bejayî kir.

Zêdetirî 6 mehan e li Xezeyê şerekî dijwar di navbera artêşa Îsraîlê û Hemasê de heye.

Heta niha 34 hezar û 305 kesan ji ber wî şerî canê xwe ji dest daye û 77 hezar û 293 kes jî birîndar bûne.

Vî nûçeyê tevayî: 179 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:14:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x