Berdevkê Heşdî şeibî ragehand, divê Pêşmerge bo wan cîha xwe bikşîne ku heta sala 2014ê berî hatin DAIŞê lê bû û red jî kir ku ew rê nadin destverdan li sînorên rêveberiya parêzgeha Nînowa bên kirin.
Îro 09.03.2017ê berdevkê fermî yê heşdî şeibî Kerîm Nûrî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Kurd kesên başin û di serdema Seddam Husên heta naha em li yek çeperê de şer dikin û em hevbeşin. Her nakokiyek di navbera me û Pêşmerge de hebe jî, me fermandarên payebilind ên wek Hadî Amrî û Ebumehdî Muhendîs heye û pevçûn di navbera me de pêknayên û em rêz li herêma Kurdistanê û sîstema federalî digrin. Lê li hin navçeyan nakokî heye, lê ew nakokî naçin asteke din û di bernameya me de tineye bi kurdan re bên hember hev.’’
Ew berpirsê heşdî şeibî bi awayeke tund li hember bi hêzên Pêşmerge daxuyaniyek da û ragehand: ‘’Em rê nadin ku kurd dest li ser ti axekê jî bigrin, ku ji dest DAIŞê hatine standin. Li Şingalê û Mûsilê em rêya wê yekê nadin. Ew nakokiye nayê wateya ku nakokiyên çekdarî li gel xwe bîne. Dibe kurd piştrastbin ku heşdî şeibî ti niyeteke xwe ya şer dijî wan bike tineye, lê em bi ti awayekê rê nadin dest daynin ser ti axekê li Mûsilê û divê vegerin sînorên berî hatina DAIŞê yên sala 2014ê. Herwaha pêkhateya rêveberiya Mûsilê divê wekî xwe bimîne. Birayên me yên kurd jî vê têdigehin.’’
Herwaha behsa wê yekê jî kir, ku ew navçeyên naha Pêşmerge tê de ye, bi rêkeftin li gel hikûmeta Iraqê li wan deveranin û got: ‘’Berê li Seidiye, Celewla, Xurmatû, Silêman Beg, Beşîr, û Amirlî û naha jî li Şingalê em û Pêşmerge li gel yekin, lê em rêya wê yekê nadin ku piştî azadkirina navçeyan ji DAIŞê, ew navçeyane ji aliyê Pêşmerge ve dest li ser wan deveran bê danîn.
Berdevkê heşdî şeibî daxwaz kir divê vegera bo madeya 140 a destûra Iraqê pêkbê û dibêje: ‘’Navçeyên Mûsilê rêkeftin li ser hatiye kirin, lê piştî nemana DAIŞê, divê Pêşmerge jî ji wan navçeyan biçin der.’’
Di vê derbarê de berpirsê saziya rewşenbîrî û hişyariya niştimanî ya wezareta Pêşmergeyên herêma Kurdistanê Helgurt Hîkmet ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi şahidiya hemû cîhanê, Pêşmergeyên Kurdistanê hemû ew cîh azad kirin, ku artêşa Iraqê nekarî xwe li pêş terorîstan bigre û berxwebide. Ji destpêka hatina DAIŞê heta 17.10.2016ê, li gor rêkeftina serok Barzanî û serokwezîrê Iraqê ew cîh hemû di bin banê parastina Kurdistanê de dê bimînin. ji 17.10.2016ê û pê ve li gel destpêkirina azadkirina deşta Nînowa û Mûsilê ve her cîhekî nû bê kontrol kirin, li gor rêkeftinê li ser wan jî dê serokwezîrê Iraqê û serokê herêma Kurdistanê gotûbêjê li ser wan cîha bikin.’’