Hikûmeta Iraqê PKKê li dijî Kurdistanê bikar tîne

Serokê Encumena Bajarokê Şingalê Weyis Nayif dibêje, hebûna PKK li Şingalê û mana wan li navçeyê zext û pilanekî din a Hikûmeta Iraqê ye li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

26.01.2017, Per - 20:37

Hikûmeta Iraqê PKKê li dijî Kurdistanê bikar tîne
Nuçe Belav bike

Serokê Encumena Bajarokê Şingalê Weyis Nayif dibêje, hebûna PKK li Şingalê û mana wan li navçeyê zext û pilanekî din a Hikûmeta Iraqê ye li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Weyis Nayif ji malpera KDP.info re ragihand: “Avakirina hêzan li Şingalê ji aliyê PKKê ve dibe sedema mezinkirina pirsgirêk û arîşeyan û ti xizmetekê jî naghîne deverê û qet jî nakeve berjewendiya xelkê Şingalê. Ji ber ku pêwîstiya Şingalê bi PKKê tune ye.”

Nayif wiha got: “Ev 2 sal e ku em wek îdareya Şingalê bi riya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinan û Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê, berdewam hewl didin ku bi awayekî medenî PKK ji Şingalê derxînin, lê mixabin roj bi roj hêzên xwe zîdetir dikin, ku diyar e hemû bi alîkarî û piştevaniya Hikûmeta Iraqê ye.”

Serokê Encumena Bajarokê Şingalê wiha domand: “PKK hatiye Şingalê ji bo ku êş û azarên xelkê zêdetir bike û bazirganiyê bi karesatên xelkê bikin, ji ber ku mana çekdarên PKKê li vir bûye sedem ku xelkê Şingalê hest bi metirsiyê bikin û venegerin. Herwiha PKK sedem e ku heta niha Şingal nehatiye avakirin.”

Weyis Nayif ragihand: “Hikûmeta Iraqê PKK wek kaxezekê bikar tîne bo cîbicîkirina pilanên xwe li dijî Herêma Kurdistanê. Em di wê baweriyê de ne ku bi hewlên hekîmane yên Serok Barzanî ew yek jî demkî ye û dê çareser bibe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1315 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:03:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x