Hizbulahê êriş kir, 14 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn

Hizbulaha Libnanê diyar kir ku wan ji bo standina tola kuştina 3 leşkerên xwe êrişî Îsraîlê kir û di wê êrişê de 14 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn.

18.04.2024, Per - 09:11

Hizbulahê êriş kir, 14 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Hizbulaha Libnanê ragihand ku wan bi dronên kamîkaze û mûşekan êrişî navendeke leşkerî ya Îsraîlê ya li gundê Ereb Eramşeyê kiriye.

Li gorî daxuyaniya Hizbulaha Libnanê, ji ber wê êrişê 14 leşkerên Îsraîlê birîndar bûne.

Herwiha rewşa 2 leşkerên birîndar jî giran e.

Gundê Ereb Eramşeyê li ser sînorê bakurê Îsraîlê û başûrê Libnanê ye.

Piraniya şêniyên gundên Ereb Eramşêyê Erebên bedewî ne.

Hizbulaha Libnanê amaje bi wê yekê jî kir ku di êrişa Îsraîlê ya gundên Eyin Bel û Şehabiyê de 3 leşkerên wê hatibûn kuştin û wan heyfa xwe hilandiye.

Îsraîlê roja sêşemê eşkere kiribû ku wan 3 endamên Hizbulaha Libnanê kuştine.

Li gorî zanyariyan, 2 kesên ku hatine kuştin fermandarê Hizbulaha Libnanê bûn.

Hizbulaha Libnanê ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve bi awayekî neyekser çepereke şer li hemberî Îsraîlê vekiriye.

Her du alî bi muşek û dronan êrişî hevdû dikin û di heyama 3 rojên dawî de Hizbulah bê navber êrişî Îsraîlê dike.

Ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan heta niha li Libnanê 368 kes hatine kuştin û 70 ji wan sivîl in.

Artêşa Îsraîlê jî ragihandiye ji ber êrişên Hizbulaha Libnanê heta niha 10 jê leşker 18 Îsraîlî hatine kuştin.

Vî nûçeyê tevayî: 134 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:17:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x