Hûsî: Me bi mûşekan keştiyeke Amerîkayê hedef girt

Hûsiyên li Yêmenê yên ku Îran piştgirê wan e ragihand ku wan li Kendava Edenê bi gelek mûşekan keştiyeke Amerîkayê kiriye hedef û agir bi keştiyê ketiye.

07.03.2024, Per - 06:55

Hûsî: Me bi mûşekan keştiyeke Amerîkayê hedef girt
Nuçe Belav bike

Yehya Seriyê Berdekvê Leşkerî yê Hûsiyan derbarê êrişê de li ser platforma Xê daxuyanî da.

Berdevk Serî diyar kir ku hêzên wan li Kendava Edenê bi gelek "mûşekên guncav ên deryayê" êrişî keştiya Amerîkayê ya bi navê TRUE CONFIDENCE kiriye.

Li gorî daxuyanî Yehya Serî agir bi keştiya Amerîkayê ketiye.

Serî herwiha diyar kir ku muretebatê keştiyê "peyamên hişyariyê red kirine" û wan jî êrişî kiriye.

“Em dê êrişan bidomînin”

Serî di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ew dê piştgiriya xwe ya ji bo gelê Filistînê bidomînin.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan gef xwar, “Heta êrişên Îsraîlê ranewestin em dê êrişên xwe yên li Deryaya Sor û Deryaya Umanê bidomînin.”

Rayedarên Amerîkayê derbarê êrişê de hîn tu daxuyanî nedane.

Li hêla din, di daxuyaniya nivîskî ya Balyozxaneya Brîtanyayê ya Senayê hat diyarkirin ku di êrişa Hûsiyan de 2 kes mirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 220 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:04:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x