HSDê gundêkî dijî, ê Reqqayê rizgar kir.

Hat ragihandin ku Şervanên Xezeba Firatê di operasyona rizgarkirina Reqqayê de gundê Edman ji destê terorîstên DAIŞî rizgar kir.

21.02.2017, Sal - 07:44

HSDê gundêkî dijî, ê Reqqayê rizgar kir.
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyên berdest, Pêngava Sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê di roja 16ê Sibatê de ber bi Reqqayê ve dewam dike. Hat ragihandin ku baskê sêyemîn ê şervanan gundê Bîr Edman ku dikeve başur-rojhilatê Mekmenê îro di seet 05.00ê sibehê de ji destê milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî pêşketina şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li herêmê dewam dike.

Herwiha şeva din Şervanên Odeya Xezeba Firatê yê baskê duyem gundê Terfawî rizgar kirbûn. Di şer û pevçûnên rizgarkirina gundê Terfawî de herî kêm 4 milîtanên terorîst hatibûn kuştin.

sputnık
Vî nûçeyê tevayî: 1213 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:35:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x