İranê balyozxaneya xwe ya li Siûdiyê vekir

Piştî 7 salan, Îranê balyozxaneya xwe ya li paytexta Erebistana Siûdiyê bajarê Riyazê û herwiha konsulxaneya xwe ya li bajarê Ceddeyê vekir.

07.06.2023, Çar - 13:16

İranê balyozxaneya xwe ya li Siûdiyê vekir
Nuçe Belav bike

Di merasîmeke fermî de, duh Sêşemê Balyozxaneya Îranê ya li Riyazê û Konsulxaneya Îranê ya li Ceddeyê piştî heft salan hatin vekirin.

Alîkarê Karûbarên Konsulî yê Wezareta Derve ya Îranê, Elîriza Bêygdilî û Nûnerê Îranê yê li Ceddeyê Hesen Zernigar di merasîma vekirina Blayozxaneya Îranê de amade bûn.

Herwiha Îran di çarçoveya asayîkirina peywnediyên Îran û Siûdiyê û Îran û welatên îslamî de, Îran dê kursiya xwe ya di Rêxistina Hevkariya Îslamî werbigre.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî roja Duşemê 5ê Hezîrana 2023an li ser vekirina balyozxaneyê û destpêkirina peywendiyên Îran û Erebistana Siûdiyê gotibû, “Ji bo temamkirina proseya cîbicîkirina rêkeftinên dualî yên ku di çarçoveya vegerandina peywendiyên Îran û Erebistana Siûdî de hatine kirin, Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Riyadê, Serkonsulxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Ceddeyê û Nûnertiya Daîmî ya Îranê ya Rêxistina Hevkariya Îslamî dê di 6-7ê Hezîranê de bi awayekî fermî werin vekirin.”

Nasir Kenanî herwiha diyar kiribû ku balyozxane û konsulxaneya wî welatîdê beriya çûna heciyên Îranî û ji bo xizmetkirina wan bên vekirin.

Pêvajoya qutkirina peywendiyan

Di 2ê Çileya 2016an de li Erebîstana Siûdî 47 kes ku di nav wan de meleyê Şîe Nimr el-Nimr jî hebû, bi tawana “terorîzmê” hatin darvekirin.

Piştî daxuyaniyên rayedarên Îranê ku bertek nîşanî darvekirinan dan, Balyozxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Tehranê û avahiya Konsulxaneya Erebistanê ya li bajarê Meşhedê ji aliyê xwepêşanderên Îranî ve hatin şewitandin.

Piştî van êrîşan, Hikûmeta Erebistana Siûdiyê di 3ê Çileya 2016an de ragihandibû ku wan peywendiyên xwe yên dîplomatîk bi Îranê re qut kirine.

Piraniya welatên Kendavê û welatên Ereb jî di Çileya 2016an de li pişt biryara Riyadê rawestiyan û ragihandin ku wan jî peywendiyên xwe yên dîplomatîk bi Îranê re qut kirine.

Ji nû ve destpêkirina peywendiyên Îranê û Erebistana Siûdiyê

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan û Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan 6ê Nîsanê li Pekîn a paytexta Çînê civiyan û li ser vekirina balyozxaneyên her du welatan, destpêkirina geştên esmanî û hêsankirina vîzeyê de li hev kirin.

Di daxuyaniya hevpar a ku piştî yekemîn civîna fermî ya di asta wezîrên derve de piştî 7 salan hat lidarxistin, hat diyarkirin ku “Her du welatan li ser berfirehkirina hevkariya di hemû waran de li hev kirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 321 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:58:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x