Iraq: ‘Em ê hilberîna petrolê kêm bikin"

Hikûmeta Iraqê jî li gorî rêkeftina biryara kêmkirina petrolê ya OPECê hilberîna xwe kêm dike.

24.01.2017, Sal - 10:04

Iraq: ‘Em ê hilberîna petrolê kêm bikin"
Nuçe Belav bike

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Cebar Alî ragihand ku derxistina petrola xam niha rojane 180ê hezar bermîl petrol kêm kirine.
Cebar Alî îro di civîneke taybet ya li ser petrolê de li bajarê London yê Îngîltereyê de ragihand ku Iraq girêdayî biryara OPECê ya kêmkirina hilberîna petrola xam bimîne. Ji ber vê yekê niha rojane 180ê hezar bermîl petrol kêmkirine.

Cebar Ali di berdewamiya axaftina xwe de got: "Berhema petrola xam ya Iraqê beriya biryara kêmkirina petrolê çar milyon û 750 hezar bermîl bû. Lê niha ev rêje hatiye daxistin. Em ê di vê çarçoveyê de girêdayî biryara siyaseta OPECê ya kêmkirina derxistina petrolê bimînin. Li seranserê Iraqê hilberîna petrolê hatiye kêmkirin lê bi taybet jî li herêmên ku ji aliyê şîrketên petrolê ya netewî ve tên birêve birin de ev pêk were."

Rêxistina Welatên Petrolê Îxraç Dikin (OPEC) di sala 1960an de di konferansekî li bajarê Bexda hatibû lidarxistin de hatiye damezrandin. Ev rêxistin ji aliyê Iraq, Îran, Kûwêyt, Erebîstana Siûdî û Venezûella ve hatiye damezrandin. Lê piştre gelek welatên din li OPECê zêdebûn. Niha 12 dewlet endamên OPECê ne. Beriya niha demekê OPEC ji endamên xwe xwest ku hilberîna neftê kêm bikin û îxraçkirinê jî sînordar bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 943 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:38:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x