Îsraîl: Hesen Nasralah hat kuştin!

Artêşa Îsraîlê ragihand ku Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nasralah hatiye kuştin.

28.09.2024, Cts - 15:20

Îsraîl: Hesen Nasralah hat kuştin!
Nuçe Belav bike

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nasralah di êrişeke li başûrê Beyrûtê de hatiye kuştin.

Berdevkê Hizbulaha Libnanê jî ji Rûdawê re ragihand ku heta niha mirina Nasralah nehatiye piştrastkirin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê David Abraham da zanîn, “Hesen Nasralah di êrişa Înê de hat kuştin.”

Her wiha Sererkanê Îsraîlê Herzî Halewî jî got:

“Kuştina Hesen Nasralah peyamek e ku Îsraîl wê xwe bigihîne her kesê ku gefê li welatiyên Îsraîlî dixwe.

Ev hîn ne dawî ye.”

Berdevkê Hizbulahê Rana Sahirî jî îro ji Rûdawê re ragihand ku mirina Nasralah nehatiye “piştrastkirin”.

Artêşa Îsraîlê her wiha da zanîn ku di wê êrişê de fermandarekî mezin ê Hizbulahê Elî Karkî û çend fermandarên din jî hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê Înê li başûrê Beyrûtê dest bi êrişeke dijwar kir û navenda sereke ya Hizbulahê kir armanc.

Çavkaniyên nêzîkî Hizbulahê ragihand ku di êrişê de 6 avahî hilweşiyane.

Çend çavkaniyên medyayî yên Îsraîlê diyar kir ku Hesen Nasralah armanc bûye lê çavkaniyên nêzîkî Hizbulahê û medyaya Îranê destnîşan kir ku ew sax e.

Piştî êrişê artêşa Îsraîlê ti agahî nedan û got ku ew lêkolînê dikin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu doh di axaftina xwe ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê de got:

“Hizbulah rêya şer hilbijart. Ji şer pê ve tu çareya me nemaye.

Em dê şer bikin heta ku em hemû armancên xwe pêk bînin.”

Şer û pevçûnên di navbera Hizbulah û Îsraîlê de piştî destpêkirina şerê Xezeyê ya 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan dest pê kir.

 

Vî nûçeyê tevayî: 73 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:04:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x