Balafirên şer ên Îsraîlê doh bi şev êrişî çend baregehên leşkerî yên Sûriyeyê kir.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, balafirên Îsraîlê doh şev êrişî lîwaya parastina asmanî ya li Tertûsê kir.
Hat gotin ku di êrişê de pergala radarê ya li qada leşkerî bûye hedef.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), di êrişê de heta niha tiştek bi kesî nehatiye û ekîbên parastina sivîlan û pisporan li cihê bûyerê xebat da destpêkirin.
Li aliyê din, artêşa Îsraîlê jî ragihand ku hêzên wan li herêma Qardahahê ya Lazikiyê êrişî tesîseke leşkerî ya çekên modern kiriye.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku dê rûdanên li herêmê bişopînin û dema pêwîst bike dê ji bo parastina xelkê Îsraîlê dest bi çalakiyê bike.
Li gorî hin çavkaniyên herêmî yên Sûriyeyê, di êrişa asamanî de ciheke leşkerî li nêzîkî avahiya bi navê "Wahib"ê ya li Qardahahê bûye hedef lê ti agahiyên zêdetir li ser armancê nehat dayîn.
Hin çalakvanan jî îşaret bi vê yekê kir ku Îsraîlê li bajarê Tertûs û deverên li derdora Himsê êrişî hinek baregehên leşkerî kir.
Keştiyeke leşkerî bû hedef
Her wiha hat gotin ku keştiyeke leşkerî ya rejîma Esed jî hatiye hedefgirtin.
Îsraîlê ji dema rûxandina rejîma Esed ve, bi dehan êrişên hewayî li dijî navend û baregehên leşkerî, çekên giran û cebilxaneyan li Sûriyeyê pêk anîne.
Hikûmeta wî welatî ragihand ku dê destûrê nede ku Sûriye careke din hêza xwe ya leşkerî zêde bike û bigihîje asteke ku gefê li Îsraîlê bixwe.
Hikûmeta Îsraîlê her wiha tekezî kir ku ew dê destûrê nedin ku komên çekdar ên li Sûriyeyê êrişeke mîna êrişa Hemasê ya 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan pêk bînin.