Îsraîlê Haşim Sefiyedîn hedef girt

Îsraîlê ragihand ku wan Haşim Sefiyedînê ku dihat pêşbînîkirin dê cihê Hasan Nasrallah bigire kiriye armanc.

04.10.2024, Cum - 10:27

Îsraîlê Haşim Sefiyedîn hedef girt
Nuçe Belav bike

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.

Dihat texmînkirin ku dê Haşim Sefiyedîn cihê Nasralah bigire û bibe lîderê nû yê Hizbulahê.

Artêşa Îsrîalê doh êvarê dîsa Beyrût bi dijwarî bombebaran kir.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li taxên başûrê Beyrûtê civîneke ku Haşim Sefiyedîn bi serkirdeyên din ên payebilind ên Hizbulahê re di jêrzemînê de beşdar dibû kiriye armanc.

Heta niha nayê zanîn ka bê gelo Haşim Sefiyedîn di êrişa Îsraîlê de zerer ditiye an na.

Haşim Sefiyedîn kî ye?

Haşim Sefiyedîn 1964an li gundekî bajarê Tireyê yê Libnanê hatiye dinê.

Ji ber ku xizmê Hesen Nasralah e di demeke kurt e di nava Hizbulahê de bi pêş ketiye.

Ji bo perwerdeya îlahiyatê çûye Necefê lê piştî ku Nasralah bûye lîderê Hizbulahê dev ji perwerdeya xwe berdaye û sala 1990î vegeriyaye Beyrûtê.

Haşim Sefiyedînê ku niha 60 salî ye ji karên siyasî yên Hizbulahê berpirsiyar e û di Lijneya Cîhadê ya ku ji karên leşkerî berpirsiyar e de jî xwedîdev e.

Sefiyedîn zêdetir meyla xwe daye karên dîplomatîk û burokratîk û karên siyasî disipartin mixaletiyê xwe Hesen Nasralah.

Haşim Sefiyedîn bi nêzîkbûna xwe ya bi Îranê re tê naskirin û birayê wî Ebdulah balyozê Tehranê ye.

Amerîkayê sala 2017an ew xistiye lîsteya terorîstan û gelekî nêzîkî Hemasê ye.

Li hêla din, kurê wî bi keça Qasim Silêmanî re zewiciye.

Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî sala 2020î li Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve hatibû kuştin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 99 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:44:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x