Îstixbarata Siûdiyê: Îran dixwaze êrîşî Hewlêr û Siûdiyê bike

Berpirsên Amerîkî û Siûdî dibêjin, hikûmeta Erebistana Siûdiyê zanyariyên istixbaratî dane Amerîkayê û derbarê egera êrîşa Îranê bo ser hin armancan li nav Siûdiyê û Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê hişyarî daye.

02.11.2022, Çar - 07:52

Îstixbarata Siûdiyê: Îran dixwaze êrîşî Hewlêr û Siûdiyê bike
Nuçe Belav bike

Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkî roja Sêşembê 1ê Mijdara 2022an ragihand ku berpirsên Amerîkî û Siûdî hişyariya derbarê egera êrîşa Îranê bi ciddî wergirtine, lewra jê her du welatan û hin welatên din ên navçeyê jî asta hişyariya bo hêzên xwe yên leşkerî li navçeyê bilind kirine.

Li gorî îstixbarata Siûdiyê, Îran dixwaze ji bo nehiştina bala raya giştî li ser xwepêşandanên navxwe, êrîşî hin armancan li Hewlêr a paytexta herêma Kurdistanê û di nav axa Siûdiyê de bike.

Beriya çend rojan jî Fermandarê Supaya Pasdaran, General Hisên Selamî hişyarî dabû Erebistana Siûdî û gotibû, Riyaz li pişt xwepêşandanên li Îranê ye.

Piştî hişyariya Îstixbarata Siûdiyê, Amerîkayê helwesta xwe ragihand.

Encûmena Asayişa Nîştimanî ya Amerîkayê ragihandiye, ew ji wê hişyariyê dilgiran in, lê ew amade ne bersiva her êrîşekê bidin.

Encûmena Asayişa Nîştimanî ya Amerîkayê di dauxyaniyekê de gotiye, “Em ji gefan dilgiran in û bi rêyên serbazî û îstixbaratî em li gel Siûdiyê di pêwendiyeke berdewam de ne. Em ji bo bertekê û berevaniya li berjwendiyên xwe û hevbeşên xwe yên li navçeyê jî dudil nabin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 413 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:54:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x