Ji Pûtîn û Trûmp bo Sûriyê daxûyaniya hevpar

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn di çerçoveya lûtkeya 25. APECê ku li Vîetnamê tê lidarxistin de li ser daxuyaniyeke hevbeş a derbarê Sûriyê de gihiştin rêkeftinekê.

11.11.2017, Cts - 07:33

Ji Pûtîn û Trûmp bo Sûriyê daxûyaniya hevpar
Nuçe Belav bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn di çerçoveya Lûtkeya Hevkariya Aborî ya Pasîfîka Asyayê (APEC) li bajarê Danangê yê Vîetnamê hatin ligel hev.

Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov destnîşan kir ku Donald Trump û Vladimîr Putîn li hev kirine ku de daxuyaniyeke hevbeş bidin.

Hat ragihandin ku daxuyanî taybet ji bo hevdîtina Trump û Pûtin hate amadekirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ji bo berdewamiya tekoşîna li dijî DAIŞ'ê û astengkirina bûyerên metirsîdar Serokê Amerîka û Rûsyayê li ser vekerina rêya gotûbêjan gihîştine rêkeftinê.

Herdu serokên navborî rêkeftine ku divê serweriya Sûrî û yekparçebûna wê bê parastin.

Herwiha di rêkeftinê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku hewldanên leşkerî li Sûriyê pirsgirêkan çareser nake û hemû alî di bin çavderiya Neteweyên Yekbûyî de ji bo hevdîtinên Cinevê hatine vexwendin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1669 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:31:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x