Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî li ser daxuyaniyekê bersiva Wezareta Pêşmerge ya di derbarê gotinên Serfermandarê Îranê de got: “Gotinên Serfermandar Baqirî di cih de ne û pirsgirêk tune ye.” da.
Wekî tê zanîn hefteya derbas bûye de Serfermandarê Îranê Muhemed Baqirî serdana Tirkiyê kiribû û di serdana xwe de gotibû: “Ne mimkun e ku biryara pêkanîna referandumê ya 25ê Îlona 2017'an were cîbicîkirin.” Li ser van gotinan Wezareta Pêşmerge di 18ê Tebaxê de bersiva Baqirî dabû.
Wezareta Pêşmerge wiha bersiv dabû gotinên Muhemed Baqirî: “Axaftina li ser çarenivîsa mafên gelê Kurdistanê, ne karê wî kesî ye. Em vê yekê weke destwerdana karên navxweyî yên Kurdistanê qebûl dikin. Pêkanîna referandumê mafê siruştî yê Kurdistanê ye û ji bilî gelê Kurdistanê mafê ti kesan tine ye ku li ser vê mijarê biaxive.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî jî li ser daxuyaniya Wezareta Pêşmerge got: “Her kes di axaftinê de azad e. Helwesta me di derbarê giştpirsî, Iraq û serweriya xaka Iraqê zelal e. Gotinên Serfermandar Baqirî jî di cih de ye û pirsgirêk tune ye.”
Li ser serdana Muhemed Baqirî ya ber bi Tirkiyê, Qasimî got: “Serdaneke gelek baş bû. Çimku bû 40 sal, pêwendiyên me, ne di asta pêwîst de bû. Serdan bi vexwedina fermî ya Serfermandariya Tirkiyê ve hate pêkanîn.”