Lîderê Şîî : Em ê serxwebûna yekalî a Kurdistanê nas nekin

Lîderê Şîî yê iraqî El Hekîm diyar dike ku wê serxwebûna yekalî a Herêma Kurdistanê nas nekin.

20.04.2017, Per - 14:35

Lîderê Şîî : Em ê serxwebûna yekalî a Kurdistanê nas nekin
Nuçe Belav bike

Siyaseta Iraqê niha li ser referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ya ku tê payîn ku heta dawiya salê bê lidarxistin nîqaşan dike. Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şiayên Iraqê Seyyid Emmar El Hekîm piştî dijayetiya xwe ya li dijî hilgirtina ala Kurdistanê li parêzgeha Kerkûkê niha jî dijayetiya xwe ya li hember referanduma serxwebûnê eşkere dike.

El Hekîm destnîşan kir ku ger referandum bê kirin wê bi awayekî yekalî be û dê encamên wê jî nas nekin.

El Hekîm di axaftina xwe ya Reutersê de dibêje: "Me neditiye ku welatên sînorên xwe bi xwînê avakiriye di encamê de bi ser ketine."

Herwiha El Hekîm diyar dike ku wê pirsgirêkan bi rêya diyalogan çareser bikin lewma jî îhtîmala şer mer tune ye di navbera kurd û ereban de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1463 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:11:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x