Li Ciddeyê dîtina çareseriyê ji bo qeyrana Ukraynayê tê gotûbêjkirin

Îro Lûtkeya Cidde ji bo dîtina çareseriyekê ji bo qeyrana Ukraynayê li Erebistana Siûdî dest pê dike.

05.08.2023, Cts - 09:11

Li Ciddeyê dîtina çareseriyê ji bo qeyrana Ukraynayê tê gotûbêjkirin
Nuçe Belav bike

Îro Lûtkeya Cidde ji bo dîtina çareseriyekê ji bo qeyrana Ukraynayê li Erebistana Siûdî dest pê dike.

Tê çaverêkirin di Lûtkeya Cidde de 40 heta 50 welat ji seranserê cîhanê beşdar bibin û tê de gotûbêj li ser reşnivîsa aştiya Ukrayna û dîtina çareseriyeke siyasî ji bo şerê Rûsya û Ukraynayê were kirin.

Li gor zanyariyên medyaya fermî ya Erebistana Siûdî, her yek ji Çîn, Efrîqaya Başûr, Hindistan û Brezîlya beşdarî Lûtkeya Ciddeyê dibin.

Pêştir jî Wezareta Derve ya Amerîkayê eşkere kiribû, Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan ji bo beşdarbûna di Lûtkeya Ciddeyê de diçe Erebistana Siûdî.

Her çiqas Rûsya wek aliyê sereke yê şer nehatiye vexwendin, lê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dibêje, komkirina wan welatan li Erebistana Siûdî armanc jê bawerîanîna wê yekê ye ji bo cîbicîkirina reşnivîsa aştiyê ya Zelensky ku ew reşnivîs rastî nîne û zêdetir nêzîkî xeyalê ye.

Di van çend salên dawî de Erebistana Siûdî hewl dide ji aliyê dîplomasiyê ve roleke mezin bilîze û welat û aliyên nakok kom bike, di 16ê Tîrmeha 2022an de Lûtkeya Cidde ya Asayîş û Pêşvebirinê ya Siûdiyê bi amadebûna Serokê Amerîkayê Joe Biden û hejmarek ji serok û nûnerên welatan birêve çû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 235 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:21:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x