Hat ragihandin ku navgîneke bombebarkirî li navçeya Ezazê ya Helebê teqiyaye û di encamê de herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan kes birîndar bûne.
Hat ragihandin ku bajarê Ezazê yê girêdayî Heleba Sûriyeyê, otomobîleke bombebarkirî teqiyaye.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, teqîn li nêzîkî dadgeha navendî ya bajarî pêk hatiye.
Hesabekî li ser Twitterê kêliyên pêşî yên piştî teqînê weşandin.
Ajansa Nûçeyan AAyê ragihand ku di encama teqînê de herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest daye.