Li Orşelîmê êrîşeke çekdarî ya nû

Piştî êrîşa duh ku 7 Îsraîlî tê de jiyana xwe ji dest dabûn, hat ragihandin ku îro li nêzî Bajarê Kevin ê Rojhilatê Orşelimê di encama gulebaranê de 2 kes birîndar bûne.

28.01.2023, Cts - 11:01

Li Orşelîmê êrîşeke çekdarî ya nû
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Reutersê, hat ragihandin ku di encama gulebarana li bajarê Orşelîmê yê Îsraîlê de 2 kes bi giranî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya polêsên Îsraîlê li Taxa Sîlvan a li nêzî Bajarê Kevin a Qudsa Rojhilatê êrîşeke çekdarî hat kirin.

Hat diyarkirin ku êrîşkar hat bêbandorkirin û yekîneyên polêsan ên zêdetir bo cihê bûyerê hatin şandin.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Servîsa Lezgîn a Îsraîlî, Stêrka Dawid a Sor ve hat dayîn de hat ragihandin ku di êrîşê de yek jê giran 2 Îsraîlî birîndar bûne.

Hat destnîşankirin ku Îsraîlî yê 22 salî ku bi giranî birîndar bû û birîndarên din ên 45 salî piştî alîkariya ewil li cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî nûçeya AFPê ku dispêre çavkaniyên polîsan agahî da, zarokekî 13 salî êrîşê pêk anî.

Di êrîşa li dijî sînagogê de 7 kes mirin

Duh li Qudsa Rojhilat di êrîşa çekdarî li ser Sînagogekê 7 welatiyên Îsraîlê hatibûnn kuştin û 10 kes jî birîndar bûbûn.

Çavkaniyên Îsraîlê ragihandin ku ew êrîş li Sînagogeke li komelgeha Nebî Yeqbûn li Orşelîmê hatiye encamdan û hêzên ewlekariya Îsraîlê kariye kesên êrîşkar bikujin.

Ev êrîşa li ser sînagogê piştî rojekê ji êrîşa ser kampa Cinîn li Kerta Rojava pêk tê ku di encam de 10 welatiyên Filistînê hatibûn kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 241 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:54:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x