Lîwayên Hizbulahê: Em dê êrişên xwe yen li hemberî Amerîkayê rawestînin

Lîwayên Hizbulaha Îraqê ku Îran piştgiriya wan dike got, “Em dê êrişên xwe yen li hemberî Amerîkayê rawestînin.”

31.01.2024, Çar - 06:06

Lîwayên Hizbulahê: Em dê êrişên xwe yen li hemberî Amerîkayê rawestînin
Nuçe Belav bike

Lîwayên Hizbulaha Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand, "Ji bo ku em Hikûmeta Îraqê şermezar nekin, em dê êrişên xwe yên li ser hêzên Amerîka û Hêzên Hevpeymiya Navneteweyî yên li Îraq û Sûriyeyê rawestînin."

Beriya biryara Hizbulahê Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kiribû ku wan biryar daye çawa bersiva êrişa li ser baregeha Amerîkayê ya li Urdunê bidin.

Biden li ser pirsa gelo ew Îranê wekî berpirsê êrişê dibînin yan na, got, "Ez wan (Îranê) berpirs dibînim ku çekan didin kesên ku ev êriş pêk aniye."

Biden li ser pirsa ku eger bê eşkerekirin ku rasterast pêwendiya êrîşê bi Îranê re heye ew dê Îranê rasterast berpirsyar bihesibînin jî wiha bersiv da: "Em ê li ser vê yekê nîqaşan bikin."

Herwiha di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman, “Ez nafikirim ku li Rojhilata Navîn pêwîstiya me bi şerekî berfirehtir hebe, em ne li pey wê ne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 199 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:20:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x