Mesrûr Barzanî û Erdogan civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan civiyan.

13.02.2024, Sal - 15:35

Mesrûr Barzanî û Erdogan civiyan
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, di çarçoveya “Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan” de li Dubaiyê ne.

Di çarçoveya lûtkeyê de Mesrûr Barzanî û Erdogan îro saet 15:00ê civiyan.

Di civînê de ji bilî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, wezîrê parastinê, enerjî, çavkaniyên sirûştî û bazirganî yên Tirkiyeyê jî amade bûn.

Her du aliyan di civênê de rewşa giştî ya Îraq û herêmê û geşepêdana pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina hevkarî û hevahengiyê ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê kirin.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Dubaiyê doh bi tevlîbûna çend serok û serkirdeyên welatên Rojhilata Navîn û cîhanê dest pê kir û biryar e heta sibê berdewam bike.

Mesrûr Barzanî doh li lûtkeyê axivîbû û bal kişandibû ser mafê rewa yê Kurdan ê diyarkirina çarenivîsa xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 265 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:35:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x