Nasrellah: Divê Îsraîl li benda “surprîza” Hizbullah be

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê Hesen Nasrellah bersiva gotin Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da û gefê lê dixwe.

25.05.2024, Cts - 10:19

Nasrellah: Divê Îsraîl li benda “surprîza” Hizbullah be
Nuçe Belav bike

Li ser îdiayên berê yên Netanyahu ku gotibû artêşa Îsraîlê planeke sosret li dijî Hizbullah a Libnanê peyrew dike, Nasrellah got ku divê Îsraîl li benda “sûrprîzeke” Hizbullahê bimîne.

Nasrellah got: “Ez dixwazim ji Netanyahu û hikûmeta dijmin re bibêjim ku me li vir li eniya Libnanê, me hemû eger nîqaş kirine û xwe ji her pêngaveke dijminan re amade kirine, bi hemû senaryoyên ku dibe ku Îsraîl serî li wan bide.”

Nasrallah tekez kir, tevgera Hemasê û komên hevalbendên Îranê yên li herêmê, Îsraîl ku xwedî “bihêztirîn artêş û bihêztirîn hêzên ewlehiyê li herêmê ye” matmayî hiştine.

Herwiha got: “Eniya Libnanê eniya piştgiriya ji bo Xezzeyê ye. Em hêvîdar in ku şer û dagirkirina Xezzayê bi lez raweste, lê eger Netanyahu li ser şer israr bike, dê Îsraîl ber bi felaketê ve bibe.”

Di 7ê Cotmeha 2023an de, çekdarên Hemasê êrîşeke mezin li ser Îsraîlê pêk anîbûn û di encamê de zêdetirî 1400 Îsraîlî kuştin, bi sedan jî birîndar kirin û 240 Îsraîlî jî wek dîl revandibûn.

Ji destpêka şerê li Xezzeyê di 7ê Cotmehê de, Hizbullah û Îsraîl hema hema rojane li ser sînor êrîşî hevdu dikin.

Hizbullahê êrîşên xwe yên li ser cihên Îsraîlê bi mûşek û dronan zêde kirin. Herî dawî jî ragihand, ew di rûbirûbûna xwe ya bi Îsraîlê re, çekên nû bikar tîne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Pêncşemê ragihandibû: “Em her dem li eniya bakur dixebitin” û got: “Heta niha me bi sedan endamên Hîzbullahê kuştine.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 509 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:29:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x