NATO li Bexdayê baregaheke leşkerî ava dike

Biryare di destpêka sala 2017ê de rêxistina Peymana Bakûrê Atlantîkê (NATO) bi armanca perwerdekirina leşkerên Iraqê li Bexdayê baregahekî leşkerî ava bike. Almanya jî xwe amade dike fermandar û şêwirmendên leşkerî bişîne Bexdayê.

24.12.2016, Cts - 06:26

NATO li Bexdayê baregaheke leşkerî ava dike
Nuçe Belav bike

Wezareta Berevaniya Almanyayê parlamenterên pêwendîdar ên welatê xwe agahdar kiriye, ku fermandarekî pilebilind ê vî wealtî dê here Bexdayê û beşdariya damezrandina baregaha leşkerî ya bi navê Training and Capacitiy Building Activitiy in Iraq - NiTCB-I, bike.

Erkê sereke yê vê baregahê dê şêwira ligel Wezareta Berevaniya Iraqê be û herwiha di vê baregahê de dê perwerde û rahênana leşkerên iraqî bê kirin.

Hate gotin, ku ji bo şandina efser û leşkerên almanî pêwîstî bi biryara parlamentoyê nake, ji ber ku ev leşker beşdarê şer nabin.

Rûdawê hewl da derbarê damezrandina vê baregaha leşkerî de li gel berpirsên NATOyê biaxive lê ji ber cejna serê sale, ti berdevk an jî berpirsek ne amade bû.

Piştî destpêkirina êrîşên DAIŞê yên li hember Başûrê Kurdistanê, di Îlona 2014ê de Almanyayê bi şandina çek û teqemaniyan alîkarî da Hêzên Pêşmerge. Herwiha bi armanca perwerdekirina pêşmergeyan, li Hewlêrê baregaheke leşkerî ava kir.

Iraq bi berdewamî daxwaz ji Almanya û welatên din ên endamên NATOyê dike da ku çekan ji artêşê re bişînin. Avakirina vê baregahê li Bexdayê, dibe pêngaveke nû yê NATOyê li Iraqê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1370 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:22:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x