Netanyahu: Bombebarana Îsraîlê ya li ser Xezzeyê tenê destpêk e

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dibêje, bombebarana Îsraîlî ya li ser Xezzeyê “tenê destpêka” bersiva welatê wî ji êrîşên Hemasê re ye.

14.10.2023, Cts - 07:21

Netanyahu: Bombebarana Îsraîlê ya li ser Xezzeyê tenê destpêk e
Nuçe Belav bike

Di dema ku bi dehhezaran hêzên Îsraîlî li ser sînorê Xezzeyê kom bûne, Netanyahu duhî di peyama xwe ya televizyonî de got: “Dijminên me nû berdêla karên xwe didin. Ez nikarim eşkere bikim ka dê çi bibe, lê ez ji we re dibêjim ku ev tenê destpêk e.”

Peyama Netanyahu çend demjimêran piştî wê yekê hat ku artêşa Israîlê ragihandibû, hêzên wê di 24 demjimêrên borî de li nav Xezzeya dorpêçkirî êrîş pêk anîne û amadekariya êrîşeke bejayî dike.

Neteweyên Yekgirtî roja Pêncşemê ragihand, Îsraîlê ew agahdar kiriye ku ji Filistîniyên li bakurê Xezzayê re tenê 24 demjimêr hene ku ber bi başûrê Xezzeyê ve biçin.

Netanyahu soza xwe ya tunekirina Hamasê dubare kir û got: “Em ê ti carî efû nekin û nehêlin cîhan van hovîtiyên ku li ser gelê Cihû hatine kirin, ji bîr bike. Em ê bi hêzeke bêsînor li dijî dijminên xwe şer bikin.”

Li gor amarên dawî, ji destpêka êrîşa Hemasê ya roja Şemiya borî ve, zêdetirî 1300 kesî li Îsraîlê hatine kuştin ku piraniya wan sivîl in û 258 leşker di nava wan de hene. Herwiha 120 kes jî dîl hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê jî êvara Îniyê, hejmara kuştiyên bombebarana Îsraîlê li ser Karta Xezzeyê gihîştiye 1900 kesî ku di nav wan de 614 zarok in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 303 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:13:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x