Netanyahu: Em dê heta hilweşandina Hemasê dewam bikin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku dê digel zextên navneteweyî êrişên xwe yên li Xezeyê bidomînin.

14.12.2023, Per - 06:40

Netanyahu: Em dê heta hilweşandina Hemasê dewam bikin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, "Em dê heta dawiyê bidomînin. Heta serkeftinê, heta hilweşandina Hemasê."

Li gor ragihandina Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Îsraîlê, Netanyahu baregeheke leşkerî ya li başûrê Îsraîlê ziyaret kir.

Herwiha Netanyahu bi rayedarên leşkerî yên artêşa Îsraîlê yên ku êrişî Xezeyê dikin re bi têlefonê axivî.

"Dewam bikin"

Netanyahu ji rayedarekî leşkerî yê Îsraîlî got, "Dewam bikin" û wiha axivî:

"Ez ji we dixwazim ku hûn heta leşkerê dawî dewam bikin. Em dê heta dawiyê dewam bikin, heta serkeftinê, heta hilweşandina Hemasê."

Netanyahu got ku van tiştan "digel zextên navneteweyî dibêje" û got, "Tu tişt dê me ranewestîne."

Netanyahu di berdewama axaftina xwe de peyama "Ev şer dê dewam bike" da.

Şerê Hemas û Îsraîlê

Şerê Hemas û Îsraîlê ji 7ê Çiriya Pêşînê ve berdewam dike.

Îsraîl niha êrişî navenda Xezeyê dike û li gorî çavkaniyên li Xezeyê heta niha di van êrişan de herî kêm 16 hezar Filistînî hatine kuştin.

Li aliyê din, di êrişên Hemasê yên 7ê Çiriya Pêşînê de hezar û 200 Îsraîlî hatibûn kuştin.

Li gorî artêşa Îsraîlê, di şerê li Xezeyê de heta niha 444 leşkerên wan hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 270 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:09:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x