Serokwezîrê Israîlê dibêje, “Em dixwazin bi desthilata nû ya Sûriyeyê re peywendiyan çê bikin.”
Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu duh (Sêşem, 10.12.2024) vîdyoyek li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê parve kiriye ku tê de hatiye, “Em dixwazin bi desthilata nû ya Sûriyeyê re peywendiyan çê bikin.”
Benjamin Netanyahu herwesa gotiye, “Eger ev desthilata nû ya Sûriyeyê rêyê bide Îranê ku careke din hejmona xwe li Sûriyeyê hebe an rêyê bi veguhastina çekê Îranê ji bo Hizbulahê bide an jî eger êrîşî me bike, em dê bi hêz bersiva wê bidin.”
Serokwezîrê Israîlê her di wê vîdyoyê de amaje jî daye, “Ya ku bi serê rijêma berê ya Sûriyeyê hat, dê bi serê wê desthilatê jî bê.”
Netanyahu ron jî kiriye, “Me çi merem nînin ku desttêwerdanê di karûbarên navxwe yên Sûriyeyê de bikin, lê me merema wê yekê heye ku her tiştekî ji destê me bê bikin, ji bo ku em ewlehiya xwe biparêzin.”
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan di ragehandnekê de amaje da, ji piştî keftina Rijêma Esed li roja Yekşemê, 08.12.2024, heta duh (Sêşem, 10.12.2024), balafirên şerî yên Israîlê 310 êrîşên asmanî kirine ser cihên serbazî yên artêşa Israîlê.