Netanyahu Kabîneya Şerî ya welatê xwe helweşand

Nivîsîngeha Netanyahu radigehîne, çi behane ji bo berdewamîdana bi kabîneya Benjamin Netanyahu nemane, lewma jî Kabîneya Şerî ya Israîlê hat helweşandin.

18.06.2024, Sal - 11:26

Netanyahu Kabîneya Şerî ya welatê xwe helweşand
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu helweşandina Kabîneya Şerî ya welatê xwe ragehand.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu parve kiriye, “Di civîna îro ya Civata Wezîrên Israîlê de, bi biryara Serokwezîrî Kabîneya Şerî hat helweşandin.”

Çavkaniya navbirî amaje jî da, “Piştî xwevekêşana Beni Gantz ji Kabîneya Şerî ya Israîlê, çi behane ji bo berdewamîdana bi wê kabîneyê nemane, lewma jî biryara helweşandina wê daye”.

Kabîneya Şerî ya Israîlê piştî êrîşên Hemasê li 07.10.2024ê bi tevlîbûna Serokwezîrê Israîlê Bejamin Netanyahu, Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê Yoav Gallant û Serokê Erkanên Artêşa Israîlê yê berê Beni Gantz û serkirdeyê diyar ê opozisyonê pêk hat. Gantz li heftiya borî ji ber duberekiyan xwe ji Kabîneya Şerî vekêşa.

 

Vî nûçeyê tevayî: 119 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:13:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x