Netanyahu: Şer bi kuştina Yehya Sînwar bi dawî nebûye

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser kuştina Yehya Sînwar peyamek belav kir û diyar kir ku bi kuştina Sînwar şer bi dawî nebûye.

18.10.2024, Cum - 10:41

Netanyahu: Şer bi kuştina Yehya Sînwar bi dawî nebûye
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser kuştina Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Yehya Sînwar peyamek belav kir.

Benjamin Netanyahu amaje bi dîlên Îsraîlê yên di destê Hemasê de kir û wiha got:

"Yehya Sînwar ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hat kuştin lê belê şer hîn bi dawî nebûye. Gelek zehmetî li pêşiya me hene.

Heta ku hemû dîl neyên rizgarkirin Şerê Xezeyê dê bi dawî nebe. Hemas dê careke din nikaribe Xezeyê bi rê ve bibe.”

Îşev Artêşa Îsraîlê kuştina Yehya Sînwar bi fermî ragihand.

Medyaya fermî ya Îsraîlê ragihandibû ku Yehya Sînwar hatiye kuştin.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Îsraîlê ji AFPyê re ragihandibûn ku testên DNAyê nîşan didin ku Yehya Sînwar hatiye kuştin.

Desteya Weşanê ya Îsraîlê dabû zanîn ku Yehya Sînwar di operasyoneke artêşa Îsraîlê ya li Refahê de hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê dîmenên êrişa Yehya Sînwar belav kirin.

Yehya Sînwar piştî kuştina Îsmaîl Heniye bûbû Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê. 

Îsmaîl Heniye 31ê Tîrmehê li Tehrana paytexta Îranê di êrişeke Îsraîlê de hatibû kuştin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 44 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:20:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x