Netenyahu: Em dê dest bi operasyonekî bihêz a li dijî Husiyan bikin

24.12.2024, Sal - 11:59

Netenyahu: Em dê dest bi operasyonekî bihêz a li dijî Husiyan bikin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu di civîna kabîneya ewlehiya Îsraîlê ya li bajarê Safîd a li bakurê welatê xwe de peyamekî vîdeoyî belav kir û gef li Husiyên Yemenê xwar û ragehand, wek çawa dijî hêzên bi wekalet ên Îranê li navçeyê dest bi operasyonan kirin, heman awayî dê dijî Husiyan jî operasyonê bikin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu got: ‘’Welatên din jî wekî me û Amerîkayê, Husiyan wek metirsiya li ser pêkhateya cîhanê dibînin, ne tenê wek gefekî bo ser veguhestinên navnetewî yên behrê.’’

Netenyahu amaje bi wê yeke jî kir ku Husî ‘’baskê dawiyê yên şerê Îranê ne’’ û gefxwar ku ew bi awayekî tund dê bên fêrkirin ku herkesekî ziyanê bigehîne Îsraîlê dê bedîleke giran bide.

Vî nûçeyê tevayî: 142 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:55:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x