Neteweyên Yekbûyî li ser wêraniya li Xezeyê daxuyaniyek belav kir

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Xezeyê zêdetirî hezar û 300 apartman û nêzîkî 4 hezar xanî wêran bûne.

14.10.2023, Cts - 18:19

Neteweyên Yekbûyî li ser wêraniya li Xezeyê daxuyaniyek belav kir
Nuçe Belav bike

Ofîsa Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî piştî destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê li ser avahiyên ku di bombebaranên balafirên Îsraîlê de hatine hilweşandin daxuyaniyek da.

Ofîsa Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî got:

“5 hezar û 540 xaniyên ku di apartmanan de bûn hilweşiyan û nêzîkî 3 hezar û 750 xaniyî jî zerer dîtine ku êdî bi kêrî jiyanê nayên.”

Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku zêdetirî 55 hezar xaniyên din ên Xezeyê jî zerer dîtine.

Piştî ku artêşa Îsraîlê ji bo destpêkirina şerekî bejayî ji şêniyên bakurê Xezeyê xwest ku derbasî başûrê Xezeyê bibin, tê çaverêkirin ku ziyanên li wî bajarî zêdetir bibin.

270 hezar kes di dibistanên Neteweyên Yekbûyî de dimînin

Neteweyên Yekbûyî herwiha destnîşan kir ku ji ber bombebaranên Îsralê zêdetirî 420 hezar kes neçar mane ku ji malên xwe yên li Xezeyê derkevin.

Nêzîkî 270 hezar kesî xwe spartiye dibistanên ku Neteweyên Yekbûyî li Xezeyê çêkirine.

Nêzîkî 27 hezar kes jî li dibistanên Filistînê dimînin û bi deh hezaran kes jî çûne navendên din ên giştî yên Xezeyê.

Di ser destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê re 8 roj derbas bûn ku heta ji her du aliyan zêdetirî 3 hezar û 300 kes hatin kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 323 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:43:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x