Pentagon: DAIŞ ji Reqqayê vedikşê!

Pentagonê duh îniyê ragihand ku piştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) yên hevpeymana navdewletî piştgiriya wan dike bi pêş ve çûn, serokên DAIŞê dest pê kiriye ji bajarê Reqqayê derkevin.

18.02.2017, Cts - 09:16

Pentagon: DAIŞ ji Reqqayê vedikşê!
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Parastinê yê DYAyê Jeff Davis wiha got: "Em êdî dibînin ku hejmareke mezin ji serokên mezin ên rêxistina DAIŞê û hejmareke mezin ên kadiren wan ji Reqqayê derdikevin…Teqez êdî dizanin ku dawiya li Reqqayê tê".

Hêjayî gotinê ye ku piştî bajarê Mûsilê, Reqqa, armanca duyem a hevpeyamnê ye,

HSDê di 6ê Mijdarê de operasyona îzolekirina Reqqayê dest pê kiribû daku bajarî dorpêç bike û rêyên çûnûhatinê li ser bibire.

Li gorî France Pressê, Pentagonê ragihandiye ku ev armanc hema hema bi dawî bûye û tenê rêyek li pêşberî tundrewan maye û ew jî li başûrê rojhilatê bajarî ye.

Davis diyar kir ku ev rê dikevin ser qeraxa bakurî ya çemê Firatê û Reqqa û Dêra Zorê bi hev ve girê didin û eşkere kir ku rêya diçe bakur û rojava ji aliyê HSDê ve hatiye birîn.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê duh bi daxuyaniyekê eşkere kir ku gava duyemîn a qonaxa sêyemîn a rizgarkirina bajarê Reqqayê dest pê kiriye û Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê jî beşdarbûna xwe di wê gavê de ragihandiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1551 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:36:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x