Pismamê Qeddafî: ‘Rêveberin berê divê şûnde vegerin ser kar'

Pismamê serokê berê yê Libyayê Muammer Qeddafî, Ahmed Qeddaf el Dam ji Sputnikê axivî û got divê rêveberên berê yên hikûmet û artêşê şûnde vegerin û beşdarî pêvajoya siyasî ya Libyayê bibin.

20.02.2017, Pts - 17:24

Pismamê Qeddafî: ‘Rêveberin berê divê şûnde vegerin ser kar'
Nuçe Belav bike

El Dam ji bo Sputnikê axivî û parast ku divê artêşa Libyayê, saziya ewlehiyê û pergala dadê ji nû ve re xurtkirin. Pismamê Mûammer Qeddafî got, "Kesên ku wê demê neçarî koçkirnê bûn divê vegerin, kesên girtî divê serbest werin berdan. Divê efûyeke giştî were ragihandin û di bin sîwana civaka navdewletî de hilbijartinên serbest werin lidarxistin."

Ahmed el Dam anî ziman ku ew jî dikare beşdarî pêvajoya pêşxistina Libyayê bibe û ev tişt gotin, "Em ne wek wan partiyên ku li Misir û Tûnisê belavbûne. Em bingeha civakî, siyasî û leşkerî ne. Ji ber ku me xwest bibin perçeyekî filaketa li nava Libyayê, em li derve ne. Em naxwazin bibin pêlîstokên emperyalîs ên ku dixwazin dest bidin ser dewlemendiyên Libyayê û li wir baregehan ava bikin. Em ji bo Libyayê aşitiyê dixwazin."

El Dam anî ziman ku mueyîdeyên li hemberî malbata Qeddafî hêj jî berdewam dike û got divê ew mûeyîde werni rakirin. El Dam her wiha got ji bo kesên ku di nava 6 salên dawiyê de bûne sedema xerakirina Libyayê werin darizandin jî divê Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dest bavêje rewşê.

sputnık
Vî nûçeyê tevayî: 1354 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:28:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x