Pisporê îsraîlî: Pêwistiya Îsraîlê bi Kurdistana serbixwe heye

Pisporê Rojhilata Navîn û Navenda Lêkolînên Stratrejîk ên Begin Sadatê Edy Cohen di gotara xwe de ragihand ku pêwistiya Îsraîlê bi Kurdistaneke serbixwe heye.

06.07.2017, Per - 05:49

Pisporê îsraîlî: Pêwistiya Îsraîlê bi Kurdistana serbixwe heye
Nuçe Belav bike

Pisporê Rojhilata Navîn û Navenda Lêkolînên Stratrejîk ên Begin Sadatê Dr. Edy Cohen di gotara xwe de ragihand ku Îsraîl piştgiriya Serxwebûna Herêma Kurdistanê dike ji bo ku pêwistiya Îsraîlê bi Kurdistaneke serbixwe heye.

Edy Cohen di gotara xwe de got: "Hêzên ku piştî Şerê Cihanê yê Yekemîn bi ser ketin ji bo welatekî serbixwe soz dane kurdan, lê ev soza xwe bi cih neanîn. Sebeba herî mezin jî astengiya Ataturk bû."

Cohen di berdewamiya nivîsa xwe de rola Erebîstana Siûdî ji bo Kurdistanê nirxand û got: "Di demên dawî de Erebîstana Siûdî piştgiriyeke mezin da Kurdistanê. Gelo ev heyfa piştgiriya Qetarê ya Tirkiyeyê ye. Lê Siûdî jî wekî Îsraîl dê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike. Li Îsraîlê her çiqas bêdengiyeke fermî hebe jî, ti guman tunene ku Orşelîm wê piştgiriya serxwebûnê bike."

Pisporê îsraîlî di dirêjiya nivîsa xwe de got: "Divê dewleta Îsraîlê li Kurdistanê baregeha leşkerî ava bike. Ji bo Îsraîlê piştgirîdana Kurdistanê hem ji hêla ekonomîk û hem jî ji hêla ewlehî di berjewendiya wê de ye. Herewiha divê Îsraîl pêşmergeyênKurdistanê jî perwerde bike û ev li fêdeya artêşa Îsraîlê ye. Artêşa Îsraîlê dikare hê jî bi pêş de here û li Kurdistanê baregehe leşkerî veke û bi awayî dikare parastina dewleta Kurdistanê bike."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1929 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:33:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x