Fermandariya Giştî ya QSD`ê tekez kir ku ew li hemberî êrîşên Rûsya û hevalbendên wê bêdeng namînin û ew ê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin.
Li gorî nûçeya ku malpera ANHA'yê de cih digire, tê gotin; “Di demeke ku hêzên di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de gelê me li rojhilatê Çemê Firatê rizgar dike û bi pêşve diçe, Hêzên Rûsya û Hêzên Rejîmê êrîşeke bê bext anîn ser hêzên me li kargeha Konîko, stasyona Ezba û kargeha Nesîc. Di encama bombebarana bi balafiran û topavêjan de, hinek şervanên me şehîd û birîndar bûn.
Her wiha pêşveçûyînên me bi kordîneya bi Koalîsyona Navneteweyî dike. Ji aliyekî din ve jî her tim em naxwazin têkevin şerekî din û taqeta xwe ku pêwîst e em li dijî terorê û terorîstan bi kar bînin, hedir bikin.
Em êrîşa dijminahî ya Hêzên Rûsya û hevalbendên wê ku xizmete terorîstê dike û li dijî şerê terorê ye, şermezar dikin. Em tekez dikin ku em bêdeng namînin û em ê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin.
Em bang li Rûsya dikin ku dev ji van helwestên xwe yên dijminahî yên derheqê gelê me û hêzê wî ya leheng de berde.”