Îran, armanca nû ya artêşa Sûriyê fisfisand: Reqqa

Berdevkê Çapemeiya Ayetullah Elî Hamaney a rêberê ola Îranê Alî Ekber Velayetî, destnîşan kir ku wê artêşa Sûriyê Reqqayê ji Quwetên Sûriye ya Demokratîk bistîne.

04.11.2017, Cts - 06:43

Îran, armanca nû ya artêşa Sûriyê fisfisand: Reqqa
Nuçe Belav bike

Şêwirmendê pilebilind ê Rêberê Îranê ragihand, ku Amerîka li rojhilatê Sûriyê li pey projeya dabeşkirina wî welat ye û tekez kir, ku gel û artêşa Sûriyê rê bi wê yekê nadin. Elî Ekber Wilayetî got, artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê dê bajarê Reqayê û rojhilatê Firatê rizgar bikin.

Elî Ekber Vilayetî ku bi serdanekê li Lubnanê ye, îro Înê 3ê Mijdara 2017ê bi Serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîh Birî hevdîtinek pêk anî.

Li gorî nûçeya IRNAyê, Vilayetî di vê hevdîtinê de amaje bi serkevtinên wan demên dawiyê yên li Lubnan, Sûriye û Iraqê di şerê li dijî terorê de kiriye û ragihandiye, serkevtinên wê dawiyê, serkevtina eniya berevaniyê ya li herêmê ye û di berjewendiya tevahiya herêmê de ye.

Îran hevpeymanên xwe yên li herêma Rojhilata Navîn û bi taybet Sûriye û Hizbullah a Lubnanê û Iraqê weke eniya berevaniyê bi nav dike.

Şêwirmendê Elî Xaminêyî yê Rêberê Îranê, ku pêştir Wezîrê Derve yê Îranê jî bûye, di beşeke din a vê civînê de behsa rola Amerîka li Sûriyê kiriye û gotiye, ku Amerîka li rojhilatê Firatê li pey projeya dabeşkirina Sûriyê ye, lê belê tişta ku hetmî ye, ev e ku Amerîka ti serkevtinê di vî warî de bi dest naxe.

Elî Ekber Vilayetî amaje bi egera destpêkirina operasyona Reqayê ji aliyê artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê kir û got: Bajarê Reqayê dê bi destê millet û dewleta Sûriyê were rizgarkirin û dewleta Sûriyê dê herêma rojhilatê Firatê bixe bin kontrola xwe.

Bi gotina Wilayetî Amerîkî û sehyonî li pey çêkirina bêtifaqiyê û şikestdana eniya berevaniyê ne û bo wê yekê fişarên herî zêde dixin ser Sûriyê, daku wî welatî rastî şikestinê bikin.

Daxuyaniya Şêwirmendê Rêberê Îranê derbarê rojhilatê Firatê û bajarê Reqqayê de di demekê de ye, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê, Reqa ji kontrola çekdarên DAIŞê rizgar kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1568 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:09:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x