Berpirsê Leqa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Kerkûkê Mihemed Xurşîd di axaftina xwe de got: Lihevkirina petrolê ya di navbera Bexda û Tehranê dê wê encamên xirab derxe holê. Em ne li dijî wan rêkevtinan in ku ji bo berjewendiya Kerkûk û gelê Iraqê têne kirin. Lê rêkevtina ku hatiye îmzekirin siyasî ye."
Xurşîd di berdewamiya axaftina xwe de got: "Şandina petrola Kerkûkê bi ser Urdinê ve erzantir e Bexda û Tehran bi hemû pêngavên xwe, dixwazin aboriya Iraqê bi Îranê re girê bidin. Ev pêngav li ser siberoja Iraqê dê bandorên neyênî bike."
Wezareta Petrolê ya Iraqê du roj berê ragihandibû ku ji bo şandina petrola Kerkûkê, bi Îranê re rêkevtineke nû çêkirine.