Rejîma Sûriyê 15 e hezar girtî bi kom kuştine

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY ) ragehand ku, rejîma Sûriyê 15e hezar girtî di girtîgeha Sêdnaya de bi kom kuştine.

07.02.2017, Sal - 17:16

 Rejîma Sûriyê 15 e hezar girtî bi kom kuştine
Nuçe Belav bike

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY ) ragehand ku, rejîma Sûriyê 15e hezar girtî di girtîgeha Sêdnaya de bi kom kuştine.

Derbarê rêjeya kuştiyên Sûriyê ji aliyê rejîma wî welatî ve Rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY ) raporek belav kir, tê de hatiye ragehandin ku, rejîma Sûriyê di navbera sala 2011 û 2015an de bi awayeke ne yasayî û bê tuhmet 15e hezar girtiyên girtîgeha Sêdnaya li Şamê bi kom kuştine.

Li gor rapora AMNESTY rejîma Sûriyê bi şêweyeke pilankirî girtî êşkence dikirin, herwiha wan bê av, xwarin û tendirûstî dihiştin, da zanîn ku, piraniya wan girtiyan welatiyên sivîlin bûn, aşkere kir ku, rejîma Sûriyê bi siyaseta tûnekirinê jiyana hejmareke mezin ji girtiyan bi dawî kir.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî AMNESTY ku, taybete bi mafên mirovan tekez kir ku, rapora wê li ser hevdîtinên ligel 84 kesên ku, ew tawan bi çavên xwe dîtine ji wan jî pasewanin, dadwerin, parêzerin, efserên bile bilindin û girtiyên ku, berî niha di wê zindanê de bûn û hetine berdan.

Di dawiya rapora xwe de AMNESTY tekez kir ku, ew kiryar tawanên li dijî mirovahiyê ne û nayên qebûl kirin, herwiha pêweste ew kesên bi wan kiryaran rabûne di dadgehên navdewletî were dadgehkirin.

Di sala 2011 de kirîza Sûriyê destpê kir û heta niha jî civaka navdewletî nekariye çareseriyekê jêre bibîne, di encama wê kirîz û şerê navxweyî li wî welatî de, hezaran kes hatine kuştin, herwiha bi milyonan penaberî welatên derdor û Ewropayê bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1349 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:36:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x