Rejîma Sûriyê bersiva rapora AMNESTY dide

Li gor daxuyaniyekê ya Wezareta Dad a Sûriyê ku, li ser malpera wê hatiye belav kirin, tê de rapora rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY) redike, herwiha wan dezgehên ragehandinê yên ku, rapor belav kirine şermezar dike û dibeje ku, ew dezgeh fitneyekî çêdikin û dixwazin xwîne Sûriyan were rijandin.

08.02.2017, Çar - 09:11

   Rejîma Sûriyê bersiva rapora AMNESTY dide
Nuçe Belav bike

Piştî ku, rêxistina Lêborîna Navdewletî(AMNESTY) derbarê rêjeya kuştiyên welatiyên sivîl di girtîgeha Sêdnaya de li Sûriyê belav kir, rejîma Sûriyê bi rêya Wezareta Dada wî welatî bersiva wê raporê da.

Li gor daxuyaniyekê ya Wezareta Dad a Sûriyê ku, li ser malpera wê hatiye belav kirin, tê de rapora rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY) redike, herwiha wan dezgehên ragehandinê yên ku, rapor belav kirine şermezar dike û dibeje ku, ew dezgeh fitneyekî çêdikin û dixwazin xwîne Sûriyan were rijandin.

Herwiha Wezareta Dad a Sûriyê da zanîn ku, armanca belavkirina wê raporê ewe, wêneyê Sûriyê li pêşiya raya navdewletî reş û xirab bike nemaze piştî serkeftinên Artêşa Sûriyê li şerê dijî komên çekdar yên terorist, tekez kir ku, ti rastiya wê raporê tûneye.

Berî niha Rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY ) ragehandbû ku, rejîma Sûriyê di navbera sala 2011 û 2015an de bi awayeke ne yasayî û bê tuhmet 13e hezar girtiyên girtîgeha Sêdnaya li Şamê bi kom kuştine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 986 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:50:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x