Serokê Şîa Sadr peyama 'berxwedana çekdarî' da

Serokê Şîayên Iraqî Muqteda el Sadr diyar kir ku ger hêzên biyanî piştî DAIŞê li Iraqê bimînin, ew ê li dijî wan hêzan dest bi berxwedanê bikin.

19.03.2017, Paz - 07:10

Serokê Şîa Sadr peyama 'berxwedana çekdarî' da
Nuçe Belav bike

Cîgirê Leşkerî yê Sadr Ebu Dua Îsavî li navçeya Kûfe ya girêdayî bajarê Necefê daxuyaniyeke çapemeniyê da û got, "Dewletê ji bo ku bi DAIŞê re têbikoşe bangî hêzên biyanî kir. Ger ev hêz piştî DAIŞê li Iraqê bimînin, ew ê li dijî wan dest bi berxwedana çekdarî bikin."

Cîgirê Sadr Îsavî bal kişand ser xwepêşandanên li dijî hikûmetê jî û got, "Xwepêşandanên me berdewam dikin. Serokê me Sadr wê vê roja îniyê li Qada Tahrîrê ya Bexdayê xîtabê xwepêşandanan bike."

Alîgirên Muqteda el Sadr her rojên îniyê li Qada Tahrîrê ya Bexdayê li hev kom dibin û ji bo kêmasiya xizmeta li welêt û têkoşîna li dijî gendeliyê li dijî hikûmetê xwepêşandanan li dar dixin.

Xwepêşanderên alîgir ên serokê Şîa di 30ê Nîsanê û 20ê Gulana 2016an de li Bexdayê Herêma Kesk a ku avahiyên hikûmetê lê ne derbas kiribûn û bi ser ofîsa Serokwezîriyê û avahiya parlamentoyê de girtibûn.

Li Herêma Kesk a li Bexdayê li gel Qesra hîkûmetê ya Serokwezîriyê, parlamento, avahiyên îstixbarat û saziyên girîng ên fermî, balyozxaneya Amerîkayê û gelek balyozxaneyên welatên din jî lê cih digirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1442 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:43:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x