Serokê Amerîkayê Joe Biden di çarçoveya serdaneke fermî de çû Îsraîlê.
Joe Biden di çarçoveya serdana xwe ya herêmî ya ji bo Îsraîl, Filistîn û Erebistana Siûdiyê de ku dê di navbera 13 û 16ê Tîrmehê were kirin, îro Çarşemê gihîşte Tel Avîv a paytexta Îsraîlê.
Joe Biden bi firokeya tîpa "Air Force 1" ya ku serokên Amerîkayê pê diçine welatan gihîşte Firokexaneya Ben Gurion a Tel Avîvê û li wir ji aliyê Serokomarê Îsraîlê Ishaq Herzog, Serokwezîr Yair Lapid û Serokwezîrê berê Naftali Bennett ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.
Ev yekem serdana Serokê Amerîkayê Joe Biden a bo Israîlê ye ji dema dest bi serokatiya Amerîkayê kiriye.
Joe Biden dê biçe Filistîn û Erebîstana Siûdî jî.