Serokê Îsraîlê: Êrîşa Îranê ragihandina şer e

Serokê Îsraîlê Yitzhak Herzok ragihand, êrîşên Îranê yên bi mûşek û dronan li ser Îsraîlê ragihandina şer e. Herwiha got: “Hemû bijarde vekirî ne.”

15.04.2024, Pts - 10:24

Serokê Îsraîlê: Êrîşa Îranê ragihandina şer e
Nuçe Belav bike

Serokê Îsraîlê Yitzhak Herzok ragihand: “Li Rojhilata Navîn ji çar aliyan ve êrîş li me hat kirin, mûşek û dron ji aliyê Îranê û milîsên wê ve hat kirin. Ev weke şerekî rast xuya dike. Ev tê wateya ragihandina şer.”

Got jî: "Em hertim guh didin hevalbend û hevkarên xwe û rêzê li nêrîna wan digirin. Em hemû bijardeyên li ber destên me dikolin. Emê her tiştî ji bo parastina welatîyên xwe bikin.”

Derenga şeva 13ê Nîsanê demjimêr derdora 11:00, Supaya Pasdarên Îranê bi dehan mûşek û dronan êrişî Îsraîlê kiribû.

Êrîşa Tehranê wek bersivekê li ser kuştina 7 endamên Supaya Pasdaran tê, ku di êrîşeke Îsraîlê li ser avahiyeke nêzîkî konsulxaneya wê li Şamê de hatibûn armanckirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 161 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:10:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x