Îsraîlê êrişeke bijahî li dijî Hemasê li Xezzeyê kir

Radyoya Artêşa Îsraîlê ragihand, bi armanca pêkanîna êrîşeke bejahî li ser Hemasê, hêzên wan şeva borî derbasî kerta Xezzeyê bûn.

26.10.2023, Per - 08:15

Îsraîlê êrişeke bijahî li dijî Hemasê li Xezzeyê kir
Nuçe Belav bike

Radyoyê ragihand, ev êrîşa bejayî ya hêzên Îsraîlî li ser Hemasê, ya herî mezin bû ji destpêkirina operasiyona “Şûrên Hesinî” ji berî nêzîkî du hefteyan ve.

Berdevkê artêşa Îsraîlê got: “Di çarçoveya amadekirina şert û mercên ji bo amadekariya qonaxên paşerojê yên şer de, hêzên artêşê bi serkêşiya Lîwaya Givatî şeva borî bi tankan derbasî bakurê Xezzeyê bû.”

Diyar kir jî, “Di çarçoveya vê operasyonê de, hêzên Îsraîlê gelek kesên têkder kirin armanc, binesaziya terorîstan û cihên avêtina mûşekan wêran kirin. Herwiha Piştî erkê xwe bidawî kirin, ji herêmê derketin.”

Roja 7ê Cotmehê, çekdarên Hemasê zêdetirî pênc hezar mûşekan avêtin Israîlê û têla sinorî ya di navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan de birîn, hejmarek ji Îsraîliyan kuştin û hejmarek jî wek dîl revandin.

Wekî bersiv ji êrîşa Hemasê re, artêşa Israîlê jî operasiyona “Şûrên Hesinî” ragehand. Di encamê de, heta niha zêdetirî 3500 kesan li Kertê Xezzeyê hatine kuştin û hejmara birîndaran jî ji 10 hezar kesan derbaz bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 268 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:36:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x