Sûriyê Elûş: Agirbest bicih nebe, naçin ti gavine din

Serokê şanda opozîsyona Sûriyê ya çekdar Mihemed Elûş di civîna Astanayê de têkezî li ser çareseriya siyasî dike û dibêje, heger agirbest li tevahiya Sûriyê neyê cibicîkirin, ew naçin gavên din.

23.01.2017, Pts - 15:23

Sûriyê Elûş: Agirbest bicih nebe, naçin ti gavine din
Nuçe Belav bike

Serokê şanda opozîsyona Sûriyê ya çekdar Mihemed Elûş di civîna Astanayê de têkezî li ser çareseriya siyasî dike û dibêje, heger agirbest li tevahiya Sûriyê neyê cibicîkirin, ew naçin gavên din.

Bi beşdariya aliyên şanda û opozisyona çeksdar û rêjîma bi serperiştiya Rûsiya, Îran û Tirkiyê, herweha bi beşdariya fermî ji welatên Amerîka, Brîtaniya, Ferensa û Yekîtiya Ewrûpayê civînên Estanayê îro dest pê kir.

Di gotina xwe de ku 12 xulekan dirêj kir Serokê şanda opozîsyona Sûriyê ya çekdar Mihemed Elûş got, ew grûpên çekdar yên ku li ser lîsta tîrorê ne, herweha ew grûpên ku Îran anîne Sûriyê û şerê gelê Sûriyê dikin, ti cudahî di navbera wan de tune ye û divê şerê wan jî were kirin û hemû ji Sûriyê werin derxistin.

Herwiha Serokê şanda opozîsyonê amaje bi wê yekê kir ku, rewşa niha ew tê de ne, yek ji encamîn bêdengiya civaka navnetewî ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1341 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:29:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x