Sûriyê li ser 'herêmên ewle' daxuyanî da

Hikûmeta Sûriyê her hewlekê bo damezrandina herêmên ewle li ser axa wî welatî red dike.

31.01.2017, Sal - 08:12

Sûriyê li ser 'herêmên ewle' daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Sûriyê do duşemî 30ê Çileya 2017ê, li ser zanyariyên derbarê avakirina herêman ewle li nav axa Sûriyê de, bersiva Rûsya û Amerîkayê da.

Hikûmeta Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, ew her cure hewlên ji bo avakirina herêman ewle bêyî razîbûna Şamê, di nav axa Sûriyê de red dikin.

Li gorî daxuyaniyê, pêwîst e her hewleke ji bo avakirina herêman ewle bi hevrêziya li gel Şamê be.

Hikûmeta Sûriyê da xuyakirin, bêyî hemahengiya ligel Şamê, her cure hewlên bi mebesta damezrandina herêman ewle li nav axa Sûriyê, binpêkirina serweriya Sûriyê ye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump heftiya bihorî daxwaz ji Wezareta Berevaniya Amerîkayê kir, ku bi hemahengî û hevkarî ligel Wezareta Derve ya Amerîkayê planekê bo damezrandina herêmên ewle di nava axa Sûriyê de amade bikin.

Trump daxwaz kiriye, Pentagon û Wezareta Derve ya Amerîkayê, wê planê di navbera 90 rojan (3 mehan) de amade bikin.

Ji aliyekê din va Rûsya amadebûna xwe bo hevkarîkirina ligel Amerîka û hevpeymaniya navdewletî bo têkoşîna li dijî terorê û bi taybet DAIŞê, li nav axa Sûriyê ragihandiye.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihandiye, Moskow û Washington dikarin li Sûriyê di têkoşîna li dijî terorê de alîkariya hev bikin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1157 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:14:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x