Urdinê droneke din a bi madeyên hişbir barkirî ku ji Sûriyê ve dihat xiste xwarê

Artêşa Urdinê ragihand, hêzên wan droneke ku ji Sûriyê ber bi xaka Urdinê ve dihat xiste xwarê ku bi madeyên hişbirê barkirî bû.

14.08.2023, Pts - 06:48

Urdinê droneke din a bi madeyên hişbir barkirî ku ji Sûriyê ve dihat xiste xwarê
Nuçe Belav bike

Jêderekî fermî ji Fermandehiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Urdinê ragihand, hêzên wan duhî nîvro, li eniyeke bakur hewldaneke qaçaxçîtiya madeyên hişbir a bi riya dronekê têk bir ku ji nava Sûriyê ber bi xaka Urdinê ve dihat.

Wî jêderî amaje bi wê yekê jî kir, bi çavdêrî û şopandinê, dron hat kontrolkirin û xistin xwarê û hat dîtin ku madeya hişbir (Krîstal) tê de ye, tiştên ku hatine desteserkirin ji bo dezgehên şareza hatine veguhestin.

Artêşa Urdinê gelek caran radigihîne, hêzên wan proseyên qaçaxçîtiya çek û madeyên hişbir ên ji Sûriyê ber bi wî welatî ve tê, têk birine.

Urdin piştrast dike ku ji sedî 85 ê madeyên hişbir ên hatine desteserkirin, ji bo derbaskirina wan bi qaçaxî bo Urdin, Siûdî û welatên Kendavê ne.

Zêdebûna hewildanên qaçaxçîtiyê ji sala borî ve, hîşt ku Urdin rêkarên artêşê yên li ser sînor biguherîne û desthilatê bide artêşê ku hêzek mezin bikar bîne.

Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî jî di meha Gulana borî ragihand, eger Sûriye sozên xwe bi cih neke û nikaribe rê li ber derbaskirina madeyên hişbir ber bi Urdin, welatên Kendavê û cîhanê ve rawestîne, dê dest bi operasyoneke leşkerî li hundirê Sûriyê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 225 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:01:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x