Wall Street Journal: Îsraîl plan dike ku êrişî tesîsên nukleerî yên Îranê bike

Rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) ragihand ku îstixbarata Amerîkayê rapor kir ku Îsraîl plan dike êrişî tesîsên nukleerî yên Îranê bike.

13 Sibat 2025 - 07:32
13 Sibat 2025 - 07:32
 0  345
Wall Street Journal: Îsraîl plan dike ku êrişî tesîsên nukleerî yên Îranê bike

Li gorî nûçeya WSJyê ku xwe dispêre kesên xwedî agahiyên îstixbaratî, îstixbarata Amerîkayê raporek amade kir ku tê de hatiye gotin Îsraîl xwe amade ku êrişî Îranê bike.

Di raporê de hat diyarkirin ku berî wezîfeya serokê berê yê Amerîkayê Joe Biden bi dawî bibe, îhtimala ku Îsraîl êrişî Îranê bike zêde bûbû.

Li gorî heman raporê, van demên dawî hêza leşkerî ya Îranê qels bûye û hişyarî hat dayîn ku dibe çalakiyên leşkerî li Rojhilata Navîn zêde bibin.

Îstixbarata Amerîkayê raporeke duyem amade kiriye û li gorî wê raporê jî piştî Donald Trump bû serokê Amerîkayê, Îsraîl amadehiyên êrişkirina tesîsên nukleerî yên Îranê dike.

Di raporê de hat gotin ku Îsraîl, ji bo qelskirina Îranê plan dike ku êrişî tesîsên nukleerî bike.

Kesên ku li ser rapora îstîxbaratê xwedî agahî ne, anî zimên ku îhtimala piştgiriya Trump a ji bo êrişan li gorî Biden zêdetir e û ji ber vê yekê dibe ku Îsraîl ji bo piştgiriyê zextê li rêveberiya Trump bike.

Her wiha hat diyarkirin ku dê ji bo êrişan pêdiviya Îsraîlê bi piştgiriya leşkerî û cebilxaneya Amerîkayê hebe.