Wezîrê Derve yê Urdinê û Serokê Sûriyê civiyan

Serokê Sûriyê Beşar Esed û Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen El-Sefadî dosyeya vegera penaberên Sûriyê û pêwendiyên dualî yên Urdin û Sûriyê gotûbêj kirin.

04.07.2023, Sal - 07:00

Wezîrê Derve yê Urdinê û Serokê Sûriyê civiyan
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen El-Sefadî serdana Şamê kir û bi Serokê Sûriyê Beşar Esed û Wezîrê Derve Feysel Mîqdad re civiya.

Li gorî ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê Wezîrê derve yê Urdinê Eymen Elsefedî di civîna bi Esed re de behsa dosya koçberên Sûriyê yên li Urdinê û pêwendiya di navbera her du welatan de gotûbêj kirin.

Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen El-Sefadî hewlên Urdinê yên derbarê vegerandina penaberên Sûriyê û pêşniyarên nû yên di vê derbarê de bi hemahengiya Koma Têkiliyên Erebî û Netewên Yekgirtî re pêşkêşî Serokê Sûriyê Beşar Esed kir.

Serokê Sûriyê Esed jî tekezî li ser wê yekê kir ku ji bo wan grînge ku xelkê Sûriyê vegerine cihê xwe û êdî li koçberiyê nemînin û ji bo wê yekê dê hikûmet hemû alîkariya bike.

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Urdunê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re jî civiya.

Di civîna navbera herdu wezîran de behsa destpêxeriya Urdinê hate kirin ku weke pilana Gav bi Gav tê naskirin.

Wezreta derve ya Urdinê li ser vê destpêşxeriyê dibêje ku ev pilaneke hevbeş a welatên Erebî ye ji bo dîtina çareseriyekê ji kirîza Sûriyê re bi awayekî siyasî û li gorî biryarên navdewletî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 279 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:32:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x