Wezîrê Urdinê bang li dewletên ereb dike li dijî xwesteka Barzanî dernekevin

Selah Qelab wezîrê berê yê mediyayê yê Urdinê di nivîseke xwe de ku roja 09.02.2017ê li rojnameya Şerqolewsat ya ku ji Londonê tê çap û weşandin, weşandiye û dibêje ku Nurî Malikî li ser daxwaz û bi fermana Tehranê Mûsil teslîmî DAÎŞê kir, hêşta Malikî, serokwezîrê berê yê Îraqê, lêdixebite careke din vegere ser hukim û weke nûnerê Îran û melayên Komara Îslamiya Îranê li Bexdayê serokwezîrtiyê bike.

11.02.2017, Cts - 08:34

Wezîrê Urdinê bang li dewletên ereb dike li dijî xwesteka Barzanî dernekevin
Nuçe Belav bike

Wezîrê mediyayê yê hikûmeta Urdinê yê berê di nivîseke xwe de bang li dewletên ereb dike ku li dijî dewleta kurdî dernekevin û biguman li daxwaza serokê Kurdistanê ya ji bo serxwebûna Kurdistanê nefikirin.

Selah Qelab wezîrê berê yê mediyayê yê Urdinê di nivîseke xwe de ku roja 09.02.2017ê li rojnameya Şerqolewsat ya ku ji Londonê tê çap û weşandin, weşandiye û dibêje ku Nurî Malikî li ser daxwaz û bi fermana Tehranê Mûsil teslîmî DAÎŞê kir, hêşta Malikî, serokwezîrê berê yê Îraqê, lêdixebite careke din vegere ser hukim û weke nûnerê Îran û melayên Komara Îslamiya Îranê li Bexdayê serokwezîrtiyê bike.

Malikî dixwaze dilsoziya xwe ji bo generalên pasdarên Îranê îspat bike û wî bi her awayî mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê kiriye armanc. Îran û Malikî dijatiya Barazî dikin ji ber ku Barzanî, çend sal berê, qebûl nekiribû Îran korîdorekî veke û di nava axa Herêma Kurdistanê de xwe bigehîne Suriyeyê û Îran û Sriyeyê bi hev re girê bide. Malikî ji Barzanî aciz bûye jiber ku Barzanî daxwaza Îranê red kir.

Barzanî bi eşkereyî îlan kiriye ku eger Malikî bibe serokwezîrê Îraqê, ew dê serxwebûna Kurdistanê îlan bike, dibe ku gelek kes nizanin çima Barzanî bi vî awayî bersiva Malkî daye. Barzanî baş dizane eger Malikî bibe serokwezîrê Îraqê, ew baskê Îranê ye û dê bi her awayî li dijî avabûna dewletek kurdî raweste. Kurdistan bibe dewlet dê Îran jî parîe bibe û Îran ji serhildana kurd, azerî û gelên din yên Îranê ditirse.

Eger Malikî bû serokwezîr û Barzanî dewleta kurdî Îlan kir lazime ereb li dijî wê pêngava Barzanî dernekevin. Divê ereb bi çavê gumanê li daxwaza serxwebûna Kurdistanê temaşe nekin, bi taybetî ku piştî tev gihertinên li deverê di qewimin, mafê gelê kurd nêzîk bûye û ereb jî weke gelê bira pêwîste piştevaniya mafê kurdan bikin.

→ Di medya civakî de parveke

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1243 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:37:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x