YPG wek beşek ji rêjîma Sûriyê tevlî civîna Astanayê dibe!

Hêzên Suriya Demokratik tevlî hevditinên Astana dibe. YPG jî di nava HDS de cih digre.

23.01.2017, Pts - 13:02

YPG wek beşek ji rêjîma Sûriyê tevlî civîna Astanayê dibe!
Nuçe Belav bike

Hêzên Suriya Demokratik tevlî hevditinên Astana dibe. YPG jî di nava HDS de cih digre.

ENKS jî bi navê kurda tevlî hivdîtinên Astana dibe. Ji şanda ENKSÊ Dr. Ebdilhekim Bişar da xûyakirin ku, şanda Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD/YPG) di çarçoveya rêjîma Sûriyê de tevlî civîna Astanayê dibe!

Îro li paytexta Kazaxistan-Astanayê, civîn û diyaloga aliyên şerê Sûriyê dest pê dike.

Endamê şanda ENKSê di civîna Astanayê de Ebdulhekîm Beşar ji televîzyona K24 re ragihandiye ku şanda ENKS dê di çarçoveya opozîsyona Sûriyê de tevlî hevdîtinan bibe.

Ebdulhekîm Beşar behsa tevlîbûna şanda HSDê jî kiriye û gotiye, şanda HSDê dê di çarçoveya şanda rêjîma Sûriyê de tevlî civînê bibe.

Tê zanîn HSD piranî ji şervanên YPGê pêk hatiye, di nav wan ereb û turkmen û mesîhî jî hen.

Di civîna Astanayê de Amerîka wek mêvan beşdar dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2336 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:48:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x