8 kesên Elewî li Hemayê hatin kuştin

Li bajarê Hemayê yê Sûriyeyê 8 kesên Elewî bi êrişa xaleke kontrola ya hêzên ewlehiyê hatin kuştin.

05.06.2025, Per - 10:12

8 kesên Elewî li Hemayê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku li parêzgeha Hemayê xaleke  kontrolê ya ewlehiyê gule li Elewiyên sivîl reşandin.

Li gorî daxuyaniya Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê, di êrişê de 8 Elewiyên sivîl hatin kuştin ku di nav de 3 jin hebûn.

Her wiha 5 Elewiyên din jî birîndar bûn.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku endamên xala kontrolê otobûs rawestandiye û paşê jî gule berdana kesên di otobûsê de.

Hema saziyê her wiha ragihand ku termên pênc xortên Elewî, du rojan piştî ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn desteserkirin, hatine dîtin.

Term şeva sêşemê li nexweşxaneya Mujtahedê ya li Şamê hatin dîtin.

Piştî rûxina rejîma Beşar Eser binpêkirinên li dijî pêkhateyên olî, bi taybetî  Elewiyan zêde bûn.

Di bûyerên meha adarê de li herêma qeraxên Sûriyeyê  zêdetirî 1000 kesî hatin kuştin ku piraniya wan Elewî bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 120 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:13:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x